Li Hambûrgê polîsan êrîşî xwepêşanderan kir: Gelek kes birîndar bûn

Di şerê navbera polîs û xwepêşanderan de ku li dijî Lûtekeya G20’an a li bajarê Hambûrg a Elmanyayê kom bibûn, gelek kes birîndar bûn.

Di meşa ji aliyê koma piştgiriya global a li dijî kapitalîzmê ya bi dirûşma “Xêr Hatî Cehenemê” lidar xistin de, navbera polîs û xwepêşanderan şer rû da. Di meşa saet 19:00’an li pêşiya Sûka Masiyan destpê kir de, deh hezar kesên ku li hev kom bûn polîsan pêşiya wan girtin. Piştî ku polîsan rê nedan meşvanan û şûnde di navbera polîs û xwepêşanderan de şer qewimî.

Hat diyarkirin ku di şerê qewimî de gelek kes birîndar bûne. Agahiyên hê jî şer didome tên.