Li Hambûrgê mitînga xwedî derketina li siyasetmedarê Kurd Kitay

Li Hambûrgê mitînga xwedî derketina li siyasetmedarê Kurd Kitay

Ji bo siyasetmedarê Kurd Alî Ihsan Kitay ku ji Mijdara 2011’an ve li Hambûrgê girtiye mitînga azadiyê hate li darxistin. Di mitîngê de banga piştevaniya bi gelê Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Li bajarê Hambûrg yê Almanyayê ji bo siyasetmedarê Kurd Alî Ihsan Kitay ku ji 12’ê Mijdara 2011’an ve girtiye meş û mitîng hate li darxistin. Meşa ku di demjimêr 15.00’an de li semta Sternschanze destpê kir, heya ber Girtîgeha Dammtor ya  Kitay têde ye bidawî bû. Mitînga ku zêdetirî 500 kesî tevlîbûn, saziyên weke Netzwerk Politischen Gefangene (Yeketiya Piştevaniya bi Mehkûmên Siyasî re), Bündnis Freiheit Für Ali Ihsan (Koma Xebatê ya azadiya Alî Ihsan), Kurdischer Volksrad (Meclisa Gel ya Kurdan), YEK-KOM û ATESH piştgirî dan.

Di axaftinên hatiye kirin de, hate diyarkirin ku madeya 129-b ku Kitay pê tê darezandin armanca wê krîmînalîze kirina Kurdan û gelên dine, daxwaz hate kirin ku Kitay serbest bê berdan.

Di axaftina li ser navê Meclisa Ciwanên Kurdan ya li Hambûrgê jî balkişande ser ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê. Banga piştgiriya kampanya li Ewropayê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêk kirin kir.

Siyasetmedarê Kurd Kitay yê 47 salî li gor3i madeya 129-b ya Qanûna Cezayê Alman bi endamtiya ‘rêxistina terorê’ tê sûcdar kirin. Her wiha 3.5 sal ceza jêre tê xwestin. Di doza Kitay de biryar dê roja Çarşemê 13 Sibatê bê aşkera kirin.

Weke din jî ji bilî Kitay li Almanyayê pênc kesên din jî li gorî madeya 129b li Almanyayê doz lê hatine vekirin. Têkildarî 9’ê Çileyê li Parîsê qetilkirina sê siyasetmedarên jin yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi heman madeyê lêpirsîn hatibû vekirin.