Li Hambûrgê ji bo Şêx Saîd şeva bîranînê

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, CÎK’ê ji bo Şêx Saîd şeva bîranînê li dar xist.

Di şev ali salona Platînûm Event a li semta Harbûrgê de îlahî û muzîk hatin guhdarkirin. Di aktîvîteyê de Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê û Endama Şûrya Kongreya Îslama Demokratîk Hatîce Sevîptekîn, Endamê Desteya Rêveberiya CÎK’ê Nûrettîn Tûrgay û Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli amade bûn.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî bi rêya telefonê tevlî aktîvîteyê bû, diyar kir ku hevpeymana Sykes-Pîcot a li ser Rojhilata Navîn kirine bela, îro li Kurdistanê sedema qetlîaman e, destnîşan kir ku ji bo ev ji holê rabe berxwedan pêwîst e.

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê û Endama Şûrya Kongreya Îslama Demokratîk Hatîce Sevîptekîn jî got sal 2016 e, lê hê Tirkiye hiqûqa gerdûnî qebûl nekiriye. Sevîptekîn bi bîr xist ku tovên Şêx Saîd îro li Kurdistanê şîn dibin, bi bîr xist ku zilma Komara Tirkiyeyê sala 1925’an dabû destpêkirin, îro jî hikûmetek rengê Îslamê daye xwe didomîne. Sevîptekîn destnîşan kir ku li cem berxwedanê cih girtin wezîfeya mirovî ya her kesî ye.

Endamê Desteya Rêveberiya CÎK’ê Nûrettîn Tûrgay diyar kir ku wek profesorekî tefsîrê, bal kişand ku feraseta Îslamê ji aliyê desthilatdariyan hatiye berevajîkirin û li gor berjewendiyên xwe dane bikaranîn. Tûrgay ragihand ku Îslam ji bo tevahî mirovan e, cihêtiyê nake û tezên Tevgera Azadiya Kurd jî wek vê ne.

Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli jî li ser berxwedana Şêx Saîd û berxwedana nêviyên wî ya îro rawestiya. Tûrhalli bi bîr xist ku nêviyên Şêx Saîd dibêjin, “Me li ber xwe da, me çok neşikand, bi me serbilind bin”, got li cem zaliman cih girtin Xwedê sûc hesibandiye. Tûrhalli wiha axivî: “Em ê li hember van zaliman li ber xwe bidin, em ê hesabê Cizîr, Sûr, Nisêbînê bipirsin û em ê li Amedê ala xwe deynin.”