Li Hambûrgê ji bo azadiya Ocalan mîtîng hate lidarxistin
Li Hambûrgê bi pêşengtiya Jinên Ciwanên Azad, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan mîtîng hat lidarxistin. Piştî mîtîngê polîsên Alman di ser NCKD’ê de girtin.
Li Hambûrgê bi pêşengtiya Jinên Ciwanên Azad, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan mîtîng hat lidarxistin. Piştî mîtîngê polîsên Alman di ser NCKD’ê de girtin.
Li bajarê Hambûrg a Almanya bi pêşengtiya Jinên Ciwanên Azad bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîng hat lidarxistin.
Bi sedan Kurdistanî tevlî çalakiya li Hambûrg Dammtor bûn. Piştî mîtîngê endamên Jinên Ciwanên Azad ji stasyona tren a Hamburgê heya Steîmdammê meşek lidarxistin. Piştî meşê polîsan di ser NCKD- Hamburgê de girtin. Piştî ku polîsan nasnameyên welatiyên hatin NCKD’ê pirs kirî ji cihê bûyerê çûn. Ciwanên bertek nîşanî serdegirtinê dayî, peyama “ Çi dibe bila bibe kes nikare têkoşîna me têk bibe” dan.