Li Hambûrgê çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê didomin
Li Hambûrgê ya Elmanya bi hezaran kesî di şexsê berxwedana Kobanê de, ji bo şoreşa Kurdistanê slav bikin, daketin kolanan
ANF
HAMBÛRG
şemî, 5 sermawezê 2016, 20:59
Di çalakiyê de ku ji hêla platformeke berfireh ve hatibû organîzekirin, bang li hikûmeta Elman hate kirin ku li dijî faşîzma AKP’ê bibin xwedî helwest, qedexeya li ser PKK’ê were rakirin.
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, di nav çarçoveya rêze-çalakiyan de ku li Hambûrgê hatin kirin, meş ji Gaensemarktê destpê kir û heta bi Sternschanzeyê dewam kir.
Girse li ber girîgeha Holstenglacîsê siyasetmedarên Kurd Bedrettîn Kavak û Hasan Dutar slav kir û dema ku ji navenda Rote Flora derbas dibûn, bi alaya mezin a PKK’ê hatin pêşwazîkirin.
Di dawiya meşê de ku bi çoşdarî pêk hat, bang hate kirin ku li dijî faşîzma AKP’ê çalakî domdar bin.