Li Hamburgê çalakiya ‘edaletê’ didome
Li Hamburgê çalakiya ‘edaletê’ didome
Li Hamburgê çalakiya ‘edaletê’ didome
Kurdistaniyên li bajarê Hamburg yê Almanyayê jiyan dikin, cara 25’mîn ji bo siyasetmedarên jin ên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bidaxwaza edaletê hatin gel hev.
Mitînga ku di pêşengiya Meclisa Jinan ya Rojbînê li semta Altona pêkhat. Di çalakiyê de daxuyaniya ku li ser navê meclisa jinan hate xwendin, li rexmî ku 7 meh li ser komkujiyê re derbazbûn jî hikumeta Fransayê şermezar kir ku heya niha daxuyaniyekî komkujiyê zelal bike nedaye. Jinên ku dane diyarkirin, ev komkujiya ku di destpêka pêvajoya aştiyê pêkhat û heya niha nehatî zelalkirin tê wateya ku pêşiya komkujiyên berdewam dike vedike û bang li hikumeta Fransayê kir ku vê komkujiyê zelal bike. Di dema çalakiyê de têkildarî mijarê bi sedan belavok hatin belavkirin.
Ji ber ku serkonsolosa Fransayê ya li Hamburgê piştî vê hefteyê dê girtî be, endama Meclisa Jinan ya Rojbînê da diyarkirin ku, binameyekê daxwazên xwe ji Sefaretê Fransayê yê Berlînê Maurice Gourdault-Montagne re ragihandine û ji vê şûnde jî dê çalakiyên xwe li semtên cûda berdewam bikin.
Di dawiya mitîngê de bi armanca piştevaniya şoreşa Rojava bang hate kirin ku, tevlî meşa Roja Şemiyê ya di demjimêr 17’an de li qada Hachmannplatz bibin.