Li Hamburg û Bremen’ê çalekiyên 25’ê Mijdarê

Li Hamburg û Bremen’ê çalekiyên 25’ê Mijdarê

Li bajarên Elmanya Hamburg û Bremen’ê bi boneya roja 25’ê Mijdarê ‘Ji Tundiya li dijî jinê re na’ du çalekiyên cuda pêk anîn.

Li Hamburg’ê ku hejmarekî zêde a jinan beşdar bûn di bin pêşengtiya platforma hevpar a ‘Tevna Jinê’ meşekî bi fanûs pêk anîn. Meşa ku di saet 17.00’an de li pêş îstasyona şemandefirê destpê kir û bi sedan jin tevlî bûn li ser kolananekî herî mezin Monckebergstrasse a Humberg’ê bi mîtingekî ku pêk anîn bi dawî bû. Axaftinên ku di dema çalekiyê de hatin kirin Xuşkên Mirabel yên ku di sala 1960’ê de Komara Dominik qetil kirîn û sê jinên şoreşger yên kurd ku di 9’ê Kanûna 2013’an Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetil kirin, di kesayeta wan de hemû jinên ku li hemû aliyên cîhanê li dijî sîstema desthilatdar a zilam tekoşîn diken hatin silav kirin. Di daxuyaniya ku tundiya zilam a li ser jinê ku ketiye rewşekî sîstematîk protesto kir û hemû jin ji bo bilindkirina tekoşîna birêxistinkirin li dijî tundiya zilam û çewsandina jinê bangewazî hatin kirin. mîtinga ku parlementera Partiya Çepgir a Hamburg’ê Cansu Ozdemir jî tevlî bûyî Teatra Asmin li ser mijarê şanoyek pêşkêş kir. Piştre jî hunermend Leman Stehn mikrofîn girt û ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez helbest û stran gotin.

Çalekiya li Bremen’ê ji aliyê Însiyatîfa Jinên Kurd, Jinên Efxanî û Îranê, platforma hevbeş yak u Courage û MLPD’ê jî dinavde bi navê ‘Konferansa Jinê a Bajêr’ hate pêkanîn. Di meşa ku di saet 17’ê de li Hanseatenbof’ê destpê kir, bal hate kişandina ser şêweyên cuda yên tundiya li ser jinê û zeyendperestiya civakî, nijadperestî, talanî û hemû şer bila bi dawî bibin hate xwestin.