Li Hamburg’ê protestokirina dîwar
Li Hamburg’ê protestokirina dîwar
Li Hamburg’ê protestokirina dîwar
Li bajarê Elmanya Hamburg’ê dîwarê ku hikûmeta AKP’ê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de çêdike hate protesto kirin.
Mîtinga ku di bin rêveberiya Yeketiya Hêzên Demokratîk de li Hachmannplatz’ê hate li darxistin nûnerê PYD’ê yê Ewropa Cano Şakir, Parlementerê Partiya Çepgir yê Hamburg’ê Cansu Ozdemir li gel nûnerên saziyanên şoreşger û demokratîk yên li Hamburg’ê û bi sedan kes tevlî bûn.
Axaftinên ku di çalekiyê de hatin kirin hate diyarkirin ku di armanca çêkirina projeya dîwarê 600 kîlometrî de şikandina berxwedana Kurdane û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên ji hev cudakirina parçeyên Kurdistanê hate şermezar kirin. Çalekvanên ku hikûmeta Elmanya dawetî pêkanîna berpirsiyariyên wê kirin, xwestin ku alikariya leşkerî û aborî ya ku tê dayîna dewleta Tirk bila di zûtirîn demê de bê sekinan din. Çalekiya ku bi dirûşma “Bijî Berxwedana YPG’ê” di qêriyan bi sedan belavûk jî belav kirin û bi girtina govendê çalekî bi dawî kirin.