Li Hamburg, Den Haagê û Frankfurtê çalakiyên edeletê

Li Hamburg, Den Haagê û Frankfurtê çalakiyên edeletê

Di çalakiyên bajarê Deng Haag ya Hollanda û Hamburg a Almanyayê pêk hatind e hat xwestin ku berpirsên komkujiya Parîsê bê dîtin û li Marsîlyaya Fransayê jî şîdeta li dijî jinê bi meşekê hate protesto kirin.

Jinên li ber seferatxaneya Fransayê ya li Den Haagê hatin cem hev qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şermezar kirin û xwestin berpirsê komkujiyê bên dîtin. Di çalakiyê de dosyayek pêşkêşî seferatxaneyê hat kirin û jinan peyama ‘Bêdengiya we hevkariya we ye’ da.  Di çalakiyê de bevalok hatin belavkirin û ji rayagiştî re agahîdarî hat kirin. Di çarçoveya kampanyaya  Azadiya Ocalan de jî îmze hatin berhev kirin.

 HAMBURG

Li bajarê Hamburg a Almanyayê bi armanca cînayeta siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bê ronî kirin ku 41’emîn çalakiya edeletê pêk hat.

Çalakiya saet di 16’an de li Monckebergstrasse dest pê kir, li ser navê Meclisa Jinan a Rojbîn axaftinek hat kirin. Di axaftinê de bêdengiya rayedarên Fransayê hat şermezar kirin û got ger edelet tunebe, aştî ne mumkune. Di berdewamiya axaftinê de wiha hat gotin: “Her sê heval dê bi têkoşîna ku jinên kurd didin bidin jiyîn. Her wiha dê çalakiyên me jî bidomin.” Piştre li ser navê ciwanên Kurdistanê Rojvan Mereş axaftinek hat kir û ang li rayedarên Frnsayê kir ku bikevin nava tevgerê.  Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ ‘Bijî serok Apo hatin’ bezkirin.

FRANKFURT

Li Frankfurtê jin ji bo çalakiya ku Meclisa Jinan a Amara pêk aniye li ber seferatxaneya Fransayê ya Bokunhaîme Warte  hatin cem hev. Çalakî saet di 14.30’an de dest pê kir û nêzî 40 kurd tevli bûn.

Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hildan û her wiha pankarta ‘Me komkujiya Parîsê jibîr nekiriye, em ji bîr nakin’ hat vekirin. Bi wesîleya 27’ê mijarê li ser navê saziya malbatên şehîdan û jinan axaftin hatin kirin.

Çalakî bi xwendina danezana CENÎ bi dawî bû.

MUNÎH

Li Munîhê çalakiya ‘Bêdengiya we hevkariya we ye’ pêk hat.  Kurdên li ber seferatxaneya Fransayê hatin cem hev xwestin komkujî ronî bibe.

Di çalakiyê de Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) belavok belavkirin. Di axaftinên hatin kirin de hat gotin ku ligel ku 9 meh di ser komkujiyê re derbas bûye Fransa bêdengiya xwe diparêze.

Çalakiyê ji aliyê rayagiştî ve eleqeyeke mezin dît û hat gotin ku heta edelet pêk neyê dê çalakiyên wan bidome.

Ji bo çalakiya hefteya pêş li Heîmeranstrabe 31’ê pêk tê bang hat kirin.

Di vê navberê de di çalakiya li Munîhê pêk hatî de girtina endamekî Mala gel ya Medya hat protestokirin.

ŞÎDETA LI DIJÎ JINÊ HAT PROTESTOKIRIN

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê nêzî 200 jinên Kurdistanî bi wesîleya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî şîdeta li ser jinê meşiyan. Çalakiya ji bo her sê jinên şoreşger yên kurd hat pêkanîn peyamên ‘Komkujiya Parîsê qirkirina jinê ye, li dijî her cureyê şîdeta li ser jinê na’ hat dayîn.

Çalakiya ji aliyê Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê (TJKE) ve bi dirûşemeya  ‘Ji xwişkên Mîrabel heta 3 jinên leheng yên kurd’ li qada Canebîere destpê kir û heta walitiya Marsîlyayê berdewam kir. Jinan def û zirne bikaranîn û dirûşme berzkirin.