Li Gundogduyê ‘baxçeyê berxwedanê’

Li Gundogduyê ‘baxçeyê berxwedanê’

Qadên berxwedanê yên bi Parka Gezî ya Taksîmê destpêkirin û li herêmên cûda yên Tirkiyeyê belavbûn di heman demê de bûne modelên prototîp yên jiyana ekolojîk û hevgirtinê.

Çalakvanên ku li qadên bajarên mezin yên Tirkiyeyê kon vedane, şêweyekê jiyanê yê hevpar, wekhev û ekolojîk jî avakirin.

Yek ji bajarê ku çalakiyên piştevaniya bi berxwedana Gezî lê zêdebûn jî Îzmîre. Li qada Gundogdû ya Îzmîrê çalakvan bi rojanin di konên ku vedane de jiyana xwe berdewam dikin.

Yek ji qadên ku modela jiyana antî-kapîtalîst lê hatiye vekirin; qada Gundogdû vexwarin-xwarin-bicihbûn-perwerde û tenduristî ev pêwîsityane hemû bêpere û li ser modelekî wekhev û hevpar tê birêve birin.

Yek ji pêkanîna dawî ya modela jiyana alternatîf ya ku li Gundogduyê hatiye avakirin ‘Baxçeyê berxwedanê’ ye û li Îzmîrê ji aliyê Anarşîstan ve qada ekolojî hatiye avakirin.

Anarşîstên ku li Gundogduyê zeviya ekolojîk çêkirine, niha bacanê sor û bacanê reş lê çandine, xwe amade dikin di rojên pêş de hinek tiştên din jî lê bicînin.

Nobedarê zeviya ekolojîk jî seyekî şirîn yê binavê Şivan e. Şîvan bênavber li derdora zeviyê digere ku çi zirar negehe zeviyê.