Li gundên Şirnexê HDP bi coş hate pêşwazîkirin

HDP çû serdana gundên Şirnexê. Di serdanan de peyama ‘Li hemberî tifaqa ku dijminatiya Kurdan dike, em tifaqa gelan ava dikin’ hate dayîn.

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Hezexê di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê” de çû serdana gundên navçeyê. Şandeya ku Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê pêk dihat, serdana gundên Hespistê, Xerabê Şerefa kirin. Şandeyê derbarê kampanyayê de agahî dan xelkê gundan. Xelkê gundan jî şandeyê bi coşek mezin pêşwazî kir û qala pirsgirêkên xwe kirin. 

Parlamenter Nûran Îmîr di serdana gundan de axivî û wiha got: “HDP ruhê azadiyê bi xwe ye. Her çiqas me bigirin jî wê nûnerên gel kuçe bi kuçe di nava gel de bin. Em li dijî tifaqa dijminatiyê tifaqa dostane, bawer û gelan ava dikin. Tevî her tiştî jî wê tifaqa demokrasiyê bi ser bikeve.”