Li gundê Şêran a Kobanê navenda PYD'ê hate vekirin

Li gundê Şêran a Kobanê navenda PYD'ê hate vekirin

Li Rojavayê Kurdistanê li gundê Şêran a Kobanê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) navenda xwe bi merasîmeke girsyeyî vekir.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir. Piştre nûnerê PYD'ê li gundê Şêran Zerdeşt Muslim axivî. Zerdeşt balkişand li ser rola partiyên siyasî diyar kir ku barê herî giran dikeve ser milê PYD'ê.

Piştre Endamê Meclisa PYD'ê Mihemed Şahîn jî axivî. Şahîn pal kişand li ser rola Kurdan a di şoreşê de û got: ''Gelê Kurd di xebataên xwe de bi israr bû ku şoreş bimîne wek demên despêkê, aştiyana herêmên xwe parast, di dema ku herêmên Sûriyeyê yê din veguhezîn qadên şer û pevçûna di navbera artêşa azad û artêşa rêjîma desthilatdar de. Şer û pevçûn bûn sedemên wêran kirina herêmên wan''.

Gundiyan kêfxweşiya xwe destnîşan kirin û xwestin ku navenda PYD'ê bibe navenda çareserkirina pirsan. Di dawiya merasîmê de Koma Botan dîlanên xwe yên folklora kurdî pêşkêş kir.