Li gundê Kader Ortakkaya berxwedan didome
Li gundê Kader Ortakkaya berxwedan didome
Li gundê Kader Ortakkaya berxwedan didome
Li gundê Miseynter ku Kader Ortakaya lê li ber xwe da, berxwedan didome. Jinên nobedar ên li sînor diyar kirin ku ew ji bo xwedîderktina li mîrateya têkoşînê hatine sînor û di kursiya azadiyê ya li gund ava kirin de nîqaşên dîroka jinê û hişmendiya zayendê meşandin.
Li Gundê Miseynterê çalakiyên nobeta berxwedanê berdewam dikin. Di 6’ê Mijdarê di piştî qetikirina Kader Ortakaya ya ji aliyê leşkerên Tirk ve jinên nobedarên sînor diyar kirin ku hemû jin Kader in û banga tevlîbûna çalakiyên sînor kir. Piştî banga hate kirin tevlîbûn didomin. Piştî Kaderê li her kolanê gotin û posterên wê hatin daliqandin.
DI KURSIYA AZADIYÊ DE NÎQAŞÊN AZAD
Yasemîn Turgut a li gundê Miseynterê nobetê digire diyar kir ku çalakgerên li nobetê bernameyên panel, semîner, xebatên çand û hunerê pêş xistine û got: “Her êvar nobedarên sînor û gelê guud bi hev re panela bi ser navê Kursiya Azadiyê pêk tînin.” Yasemîn wiha berdewm kir: “Di kursiya gel de mijarên diyarkirî tên nîqaşkirin. Dîroka jinê, dîroka cîhanê, dîroka Rojhilata Navîn û li ser hişmendiya zayendê nîqaş tên meşandin. Li ser bandora şer a li ser mirovan em nîqaş dikin. Piştî panelê pirsgirên wlatiyan tên girtin û dîsa li ser pirsan nîqaş tên meşandin. Ji gelek derî nobedar hene. Her kes ne xwedî heman hişmendiyê ye. Ji ber vê jî gelek tiştên ku em dikarin ji hev bigirin hene.
EM Ê MALÊN KOBANÊ JI NÛ VE AVA BIKIN
Yasemîn da zanîn ku berxwedana Kobanê bi taybet ji bo ku bi pêşengiya jinê pêk hatiye, ji li eniya pêş a xeta sînor cih digirin û got: “Berxwedana Kobanê û sînor bi pêşengiya jinan pêş dikeve. Piştî qetilkirina Kader Ortakaya derket holê ku komkujiya li ser bedena jinê ne tesadufî ye. Bi qetilkirina Kaderê, jinên li Kobanê li ber xwe didin hewl tê dayîn êrîş li hemberî wan pêk bê. Piştî rizgariya Kobanê ez ê ji bo gel xebatan berdewam bikim û piştî Kobanê rizgar bibe ez ê ji bo avakirina xaniyan biçim wir.
Nobedara bi navê Îslîm Kaya jî ku ji Tarsusê hat sînor, diyar kir ku bi hatina zivistanê re şervanên Kobanê di bin şert û mercên zehmet de têdikoşin û dema rewş wisa bû, ew nikarîbû li mala xwe bi rehetî razê û got ku ew ji bo xwedîderketina li mîrateya Kaderê hatiye vir.