Li gundê Eşme yê li rojavayê Kobanê, cihê nû yê Tirba Silêman Şah tê amadekirin. Li gundê di bin kontrola YPG/YPJ’ê de ku tank hatine bicihkirin, leşker li gir qada ji bo tirbê bê bikaranîn bi têlan dorpêçkirin.
Tirba Silêman Şah û Qereqola Saygi ya li gundê Karakozak a li ber qeraxa Firatê ev demeke di dorpêça çeteyên DAIŞ de bû. ji bo tirb ji tehdîda çeteyan bê rizgarkirin, duh bi şev bi operasyoneke hevpar ji aliyê hêzên YPG/YPJ û leşkeran pêk hat. leşkerên derbasî Kobanê bûn, leşker, cenaze û alavên bi qîmet veguhasin Tirkiyeyê. Leşkerên derbasî Eşme bûn li Eşmeya binxetê li ser girekî cihekî nû ji bo tirbê amade dikin.
Gundê Eşme yê li rojavayê Kobanê berî niha bi 10 rojan ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve ji çeteyên DAIŞ hatibû rizgarkirin û azadkirin. Cihê nû yê tirbê 100 metre dûrî sînor e.