Li bajarê Grenobleyê, 9 siyasetmedar ku wekîlên Parlamenta Ewropayê û şaredar jî di nav de ne, eşkere kirin ku siyasetmedarên HDP'yî xwişk-birayê wan in û wê doza wan bişopînin. Nûnerên Fransayê ev yek di çalakiyekê de ragihandin.
9 siyasetmedarên Fransayê, daxuyaniyek dan çapemeniyê û hevserokên HDP'ê, parlamenter û hevşaredarên girtî weke xwişk û birayên xwe ragihandin. Hilbijartiyên Fransayê, ev yek di çalakiyeke Şaredariya Grenoble de eşkere kirin. Di çalakiya navborî de, tevî 9 siyasetmedarên piştevan; Wekîla Parlamenta Ewropayê Marîe-Chrîstîne Vergîat, senator Annîe Davîd, Şaredarê Fontaîne Jean-Paûl Trovero, Şaredarê St. Martîn D'Heres Davîd Qûeîros, Şaredarê Nîvolas-Vermelle Mîc Rîval, Şaredara Venonê Françoîse Gerbîer, Alîkarê Şaredarê Fanonê Laûrent Jadeaû, Alîkarê Şaredarê Echîrollesê Jacqûelîne Madrennes û parêzer Françoîse Baldassard, Seroka Komeleya Dostaniya bi Kurdan re-Iser Maryvonne Matheoûd, nûnerê HDP'ê yê li Ewropayê Eyup Dorû, nûnerên Têkiliyên Derve yên CDK-F û gelek kes amade bûn.
DIVÊ PIŞTGIRÎ WERE XURTKIRIN
Şaredarê Grenobleyê Laûrent de Franquîeres di destpêka merasîmê de axivî û diyar kir, ku ew piştgiriyê didin Kurdan. Franquîeres got, "Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ji ber ku malovaniyê ji çalakiyeke bi vî rengî re dikin. Divê li qada navneteweyî piştgiriya bi girtiyên siyasî re bê mezinkirin."
Seroka Komeleya Dostaniya bi Kurdan re-Iser Maryvonne Matheoûd jî bi bîr xist, ku bi dehan salan e zext li Kurdan tên kirin û got, "Ji sala 1923'an û vir ve, bi sînorên ji aliyê hêzên mêtinger ve hatine xêzkirin, Kurd li ser axa xwe zilm û zordariyê dibînin. Lê belê ev dem êdî ne dema Sykes-Pîcot û dema Lozanê ye. Kurd îro rêxistinbûyî ne."
Matheoûd bal kişand ser zext û zordariya li wekîlên HDP'yî tê kirin û got, "AKP ji ber ku ditirse êrîşî Kurdan dike. Wekîlên HDP'yî û şaredarên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, îro li zindanan dîl tên girtin. Divê her kes li ber vê rabe."
Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû jî destnîşan kir ku piştgiriya partî û siyasetmedarên Fransayî girîng e û spasiya her kesî kir.
DIVÊ LI GELEMPERIYA EWROPAYÊ BELAV BIBE
Şaredarê St. Martîn d'Heres Davîd Qûeîros piştre axivî û anî ziman, ku li hemberî zext û zordariya tê kirin ew bi Kurdan re ne û divê li Ewropayê hê bi rêxistinî têbikoşin.
Şaredara Venonê Françoîse Gerbîer jî ragihand, ku dîktatoriya AKP'ê ji jinên rêxistinbûyî yên Kurd ditirsin û got, "Ji ber vê yekê li jinan dixe û digire."
Senator Annîe Davîd da zanîn, Kurdan li Rojhilata Navîn modelek nû afirandine û bal kişand ser girîngiya piştgiriya li dijî êrîşên AKP'ê.
Şaredarê Fontaîne Jean Paûl Trovero jî anî ziman ku karên bi vî rengî girîng in û divê li gelemperiya Fransa û Ewropayê belav bibin.