Li Graz û Anversê şehîdên Efrînê hatin bibîranîn
Li bajarê Belçîka Anvers û li bajarê Graz ê Avûstûrya şervanên YPG’ê yên li Efrînê hatin bibîranîn yên kudi encama êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbûn.
Li bajarê Belçîka Anvers û li bajarê Graz ê Avûstûrya şervanên YPG’ê yên li Efrînê hatin bibîranîn yên kudi encama êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbûn.
Li bajarê Graz ê Avûstûrya ji bo şervanên YPG’ê Mîran Efrîn, Sileyman Sînor û Sehit Celalî ku di êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbûn, merasîma bibîranînê hate lidarxistin.
Merasîm li NCDK a Graz ê di seat 15:00’an de dest pê kir. Di merasîmê de xizmên malbatên şehîdan, hevserokê NCDK û Seydayê Mizgefta Kurd axivîn. Di axaftinan de dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin û qala girîngiya avakirina yekîtiya Kurd hate kirin. Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
ANVERS
Li bajarê Anvers ê Belçîkayê şervanê YPG’ê Mûhammed Alî Acikgoz (Andok Karasûngûr) hate bibîranîn ê ku li Efrînê şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li komeleya Kurd hate danîn û xizmên malbata şehîd Acikgoz, bi sedan Kurdistanî beşdar bûn. Di taziya ku 2 roj didome de ji Komîteya Şehîdê Belçîkayê Sûltan Ûgraş axivî û wha got; “Weke dayikên şehîdan em li pey zarokên xwe ne û em ê li pey şopa wan biçin.” Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Berxwedana YPG’ û ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.