Li Goteborg ji bo Şiyar Qamişlo mewlûd hat dayîn
Li Goteborg ji bo Şiyar Qamişlo mewlûd hat dayîn
Li Goteborg ji bo Şiyar Qamişlo mewlûd hat dayîn
Li bajarê Goteborg ê Swêd ji bo Şiyar Qamişlo ê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da li lokala Komeleya Jinan a Kurd mewlûd hat dayîn. Di nav de ku ferden ji malbata Qamişlo jî amade bûn bi sedan Kurdistanî di mewlûdê de amade bûn. Piştî mewlûda ku bi Kurdî hat xwendin pêşveçûnên dawî yên li Rojava hatin nîqaşkirin.
Di axaftinan de hat gotin ku komên paşverû yên piştgiriyê ji Katar, Suudî Arabîstan û Tirkiyeyê werdigirin fetvayên wek “Qetilkirina Kurdan helal e” didin û pêwîstiya destekdayîna berxwedana gelê Kurd hat ziman.
Dîsa di axaftinan de hat bibîrxistin ku li Rojava pirsgirêkên xwarin û dermanan heye û divê tevayî Kurdistanî hemû derfetên xwe seferber bikin û bi birayên xwe yên Rojava re di nav piştevaniyê de bin.