Li gorî Mûxafizên Şoreşê 'Dijminên Îranê ji şer ditirsin'
Mûxafizên Şoreşê ku artêşa îdeolojîk a Îranê ye îdîa kirin, 'Dijminên Îranê' ji şer ditirsin.
Mûxafizên Şoreşê ku artêşa îdeolojîk a Îranê ye îdîa kirin, 'Dijminên Îranê' ji şer ditirsin.
Li gorî ajansa nûçeyan a nîv fermî Farsê, Fermandarê Mûxafizên Şoreşê yên Îranê General Huseyîn Selamî got, "Di qada leşkerî de me rê bi temamî li dijmin girtin."
Selamî got, "Di rewşa heyî de yên ku ji destpêkirina şer bi tirs û fikar in dijmin in û ev yek fikarên wan di nêzîkatiyên wan ên berbiçav û taktîk de tê dîtin."
Aloziya navbera Emerîka û Îranê ku piştî vekişîna Emerîkayê ji peymana nukleerî dest pê kir, çend hefteyên dawî zêde bû.