Li gorî Londrayê ‘dibe ku’ li kendavê şer çêbibe

Brîtanyaya Mezin ji ber krîza di navbera DYE û Îranê diyar kir ‘dibe ku’ li kendavê şerek çêbibe.

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê li hev civiyan. Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo jî hate vexwendin.

Wezîrê Karê Derve yê Îngîltereyê Jeremy Hûnt li Brukselê daxuyanî da û got ku “Ji ber aloziyê, em bi fikar in ku şer çêbibe. Em vê van fikarên xwe ragihînin ji hevkarên xwe yên li Ewropayê û ji Mîke Pompeo re. Ji ber ku ev der herêma herî bêîstîkrar a cîhanê ye û çêbûna şer wê bibe gaveke xerab. Serdemeke aram ji me re hewce ye.”

Krîza di navbera DYE û Îranê di hefteyên dawîn de zêde bû. Piştî ku DYE ji peymana nukleer vekişiya, Îranê jî diyar kir ku wê hinek qewl dane sekinandin.

Îran ji bo ku xwe ji ambargoyên ekonomîk rizgar bike, du meh dem da welatên Ewropayê. Îranê diyar kir ku yan na ew ê astengiyên di peymana nukleer de jî rake. Ewropayê ev ultîmatom red kirin.

Washîngtonê jî keştiyên şer û bataryayên Patrîot şand ji kendavê re. Li herêmê balefirên şer û keştiyeke şer jî heye.