Li gorî Kerry biryara muxalefeta Sûriyeyê ‘pêngavek mezine’

Li gorî Kerry biryara muxalefeta Sûriyeyê ‘pêngavek mezine’

Wezîrê Karê Derve ya DYA’yê John Kerry, biryara Koalîasyona Netewî a Sûriyeyê ya tevlibûna konferansa Cenevre-2’ê wek pêngavek mezin nirxand.

John Kerry di serdana xwe ya Abu Dabî de axivî û got ew biryara muxalefeta Sûriyeyê ya çûyîna Cenevreyê wek pêngavek mezin dibîne.

Rojava, Monarşiyên Korfezê û Koalîasyona Netewî a Sûriyeyê ya piştgiriya Tirkiyeyê digire dawiya hefteyê li Stenbolê civiyan û mijara konferansa Cenevreyê nîqaşkirin. Koalîsyonê daxuyaniyek nivîskî da û  diyar kirin ku warê tevlibûna konferansa cenevreya-2 de di navbera endamên koalîsyonê de konsensusek avakirine.

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo tevlibûna konferansê diyar kiribûn ku dê tu şertê pêş qebûl nekin. Bi mehan e ji bo konferansa duyemîn a Cenevreyê hewldan tên dayîn. Beriya muxalefeta Sûriyeyê li Stenbolê bicive, tevlibûna civîna cenevreyê red kir û daxwaz kiribû ku Başar El Esad bila bo çuyînê ewlehiyê bide.

Koalîsyonê di civîna Stenbolê de şertên tevlibûnê wiha rêz kiribû:  “Divê hikûmeta Sûriyeyê jibo têketina di bin qadên dagirkeritiyê de ne desturê bide, girtiyên siyasî berde, hemû konferansên siyasî li Sûriyeyê li ser hikûmeta demî pêk were.

Koalîasyonê roja yekşemê daxuyaniyek da û got piştgiriya komên çekdarî tunebe dê tevli muzakereyên cenevreyê nebin.

Li ser vê yekitiya Ereban bang li muxalefeta Sûriyeyê kir û diyar kir ku bila tevli konferansa Cenevreyê bibe û delegasyona xwe ava bike.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 8’ê mijdarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku muxalefeta Sûriyeyê di nava xwe de parçe bûye.

Yekemîn konferansa Cenevreyê di 30’ê hezîrana 2012’an de pêk hatibû. Lê di vê konferansê de alîgir tevli pêvajoya derbasbûna siyasî nebûn.