Li gorî hejmarên TUÎK'ê enflasyon zêde dibe!

Li gorî TUÎK'ê, ku di bin kontrola desthilatdariya AKP/MHP'ê de ye, meha Adarê TUFE bi rêjeya ji sedî 14.97 salane û bi rêjeya ji sedî 1.68 jî mehan zêde bû.

Daneyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) jî nikare hilweşîna aboriyê binixumîne, ku saziya navborî di bin kontrola desthilatdariya AKP-MHP'ê de ye. TUÎK'ê daneyên enflasyonê yên meha Çileyê eşkere kir. Li gorî TUÎK'ê, di meha Çileyê de Endeksa Buhayê Mezêxeran (TUFE) di asta salane de bi rêjeya ji sedî 14.97, di asta mehane de jî bi rêjeya ji sedî 1.68 zêde bû. Li gorî vê yekê di TUFE de meha Çileya 2021'ê li gorî mehek berê ji sedî 1.68, li gorî Kanûna par ji sedî 1.68, li gorî heman sala par ji sedî 14.97 zêde bû.

Her wiha di endeksta meha Çileyê de ji 415 madeyan buhayê 293 ji wan zêde bûye.