Li gorî Erdogan destûra bingehîn a nû wê bi rengê 'hevpeymana civakî' be

Serokkomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan di vegera ji Azerbaycanê de di balafirê de ji rojnamevanan re axivî û li ser karên destûra bingehîn a nû, danûstandinên bi Sûriyeyê re û nîqaşên têkildarî namzetbûyînê nirxandin kir.

Erdogan anî ziman ku mijara destûra bingehîn a nû hevpeymaneke civakî ye, di ser partiyan re ye û got, "Armanca me ji destûra bingehîn ew nîne ku ji xwe re qadekê biafirînin, berjewendiyeke şexsî bi dest bixin û xwe bigihînin cihekî. Beriya her tiştî vê yekê bibêjim. Em destûra bingehîn a nû ne ji bo Tayyîp Erdogan, lê ji bo 86 milyon mirovî dixwazin."

Erdogan diyar kir ku di vê mijarê de wan tîmek ji 11 kesan wezîfedar kirine û piştî cejnê wê dest bi vî karî bikin.

Erdogan di mijara destûra bingehîn a nû de gotina 'hevpeymana civakî' bi kar anî û got, "Ji ber ku destûra bingehîn bi rengê hevpeymana civakî ye ku di ser partiyan re ye û tevahiya milet hembêz dike."

Erdogan helwesta CHP'ê rexne kir û got, "Eger nêzîkatiyeke lihevkirinê nîşan bide; çima em bi wan re nexebitin, em ê bi wan re bixebitin" û diyar kir ku bi CHP'ê re nêzîkatiyeke bi vî rengî nîne.

Erdogan di çarçoveya pirsgirêka Kurd de anî ziman ku ew lihevikrina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a bi desthilatdariya li Şamê re erênî dibînin û got, "Ya girîng ew e ku sozên hatine dayin li gorî bernameya di lihevkirinê de hatiye diyarkirin, bi cih bê anîn."

Erdogan careke din bi bîr xist û got, "Derdekî min nîne ku careke din bibim namzet" û hebûna xwe ya li nava siyasetê bi tercîha gel ve girê da. Erdogan got, "Em bi baweriya ji gelê xwe tevlî her pêşbirkê bûn. Îro jî sibe jî em ê guh bidin miletê xwe. Rêgeha me wê li gorî daxwaza wan be."