Li gorî anketa KONDA, HDP bendê derbas dike
Li gorî anketa KONDA ya Çileya 2015'an HDP bendê derbas dike û tê payîn ku ji sedî 10,6 ê dengan bigire.
Li gorî anketa KONDA ya Çileya 2015'an HDP bendê derbas dike û tê payîn ku ji sedî 10,6 ê dengan bigire.
Li gorî anketa KONDA ya Çileya 2015'an, tê payîn ku HDP bi rêjeya ji sedî 10,6 bendê derbas bike. Rêjeya dengê partiyên din kêm dibe û hilbijêr HDP'ê weke alternatîfeke rast dibîne.
KONDA Lêkolîn û Şêwirmendî, detayên anketa xwe ya Çileya 2015'an bi raya giştî re parve kir.
Li gorî vê yekê, HDP bi parvekirina dengên bêbiriyaran re ji sedî 10,6 ê dengan werdigire. Dengê AKP'ê jî dikeve.
Encamên anketê bi vî rengî ye:
"AKP: %45,4
CHP: %23,3
MHP: %15,1
HDP: %10,6."
HDP DIKARE 74 PARLAMENTERAN DERXÎNE
Eger partî vê rêjeya dengan bigirin, wê hejmareke bi vî rengî ya parlamenteran bi dest bixin:
"AKP: 277
CHP: 120
MHP: 79
HDP: 74."