Li Giyadînê tîmên taybet 3 kes qetil kirin
Li Giyadînê, zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemîr (15) ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin. Li taxa Mûratê jî kesekî nasnameya wî nehat zanîn, mirî hat dîtin.
Li Giyadînê, zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemîr (15) ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin. Li taxa Mûratê jî kesekî nasnameya wî nehat zanîn, mirî hat dîtin.
Li navçeya Agirî Giyadînê, piştî êrîşa duh bi şev a li hemberî Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê, tîmên tevgera taybet gule li derdorê reşandin. Jendermeyan gule li hemû mal û kargehên li pêşberî Fermandariya Jendermeyan reşandin. Di encama vê gulereşandinê de zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemîr (15) ên li firina li taxa Ataturk dixebitîn û ji bo êzingan bînin diçûn depoya li pêşberî dikanê, jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Mûratê jî, danê sibehê li pişt xirbeyê malan cenazeyê zilamekî hat dîtin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku piştî ev kes hat înfazkirin, li dû panzerê hatiye kaşkirin û avêtine vê derê. Li cihê bûyerê şopa kaşkirin û xwînê hat dîtin.
Tîmên taybet her wiha avêtin ser malên malbatên li jora kargeha zarokên lê hatin înfazkirin dijîn û îşkence li her kesên li malan kirin. Welatiyên bi navê Fevzî Kahraman (50), Aytekîn Kahraman (45), mehmet Kahraman û Harûn Kahraman hatin binçavkirin.
Li navçeyê esnafan dikanên xwe girtine û aloziyeke mezin heye. Gel li ber Nexweşxaneya Dewletê dicive. Tîmên taybet ên Tirk jî bi maşînên zirxî li navenda navçeyê digerin.