Li girtiyên PKK'yî gefa 'emê we bixin nava edliyan'
Li girtiyên PKK'yî gefa 'emê we bixin nava edliyan'
Li girtiyên PKK'yî gefa 'emê we bixin nava edliyan'
Li Girtîgeha Afyonê, 7 girtiyên ji doza PKK'ê yên li dijî nedayîna pirtûkan, daxwaza dayîna pereyê xwarinê û kişandina wêneyan di dema çûyîna hevdîtinê de derketin, li gefa "emê we bixin nava edliyan" a rêveberiya girtîgehê rast tên.
Pirsgirêkên li girtîgehan ên ji rojevê nayên xwarê, her dewam dikin. Li Afyonê, pêkanînên li dijî hiqûqê û kêfî û zextên li 7 girtiyên ji doza PKK'ê tên kirin, bêhempa ne.
Hat ragihandin Ramazan Çinar, Hamdûllah Ozen, Huseyîn Eşlîk, Kemal Argîş, Ramazan Aksû, Mahmût Bakrak û Îsa Aykal ên beriya 11 mehan hatin veguhastin, di dema çûyîna her hevdîtinê de nûmareyek ji wan re tê dayîn û wêneyên wan tên kişandin. Her 7 girtiyên ku ji her faaliyetên civakî bêpar tên hiştin, tiştek-xwarinek li kantîna girtîgehê eger ji derve bê, nikarin bistînin.
Hat hînbûn di berdêla xwarinên li girtîgehê tê dayîn pere tê xwestin û bi ti awayî ji wan re pirtûk nayê dayîn. Hat diyarkirin ku piştî bûyera fîrarê ya li Girtîgeha Çewlikê lêgerîn û zext zêde bûne.
Nûnera TUHAD-FED a Enqereyê Hava Ozcan ku di 25'ê Mijdarê de ji bo hevdîtinê çûbû girtîgehê got, "7 girtiyên ji doza PKK'ê, bi armanca şermezarkirina dîwarê şermê yê li Nisêbînê û darvekirinên li Îranê, di navbera 6-9'ê Cotmehê de ketine greva birçîbûnê."
Ozcan diyar kir ku di hevdîtina li gel girtiyan re ew rastî pirsgirêkên li dijî hiqûq û mirovahiyê hatine û got, "Eger ji pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Afyonê haya Wezareta Edaletê jê nîne, em ji vê derê wan agahdar dikin. Bila rêveberiya girtîgehê tavilê dest ji van pêkanînên li dijî mirovahî û hiqûqê berde. Ji ber greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî binpêkirina mafan û boykota dernexistina hewşê rêveberiya girtîgehê gefa "emê we bixin nava edliyan" li girtiyên ji doza PKK'ê xwariye. Emê vê pêkanîna derveyî hiqûq û li dijî mirovahiyê, bişopînin."