Li girtiyên li girtîgeha Samsûnê êşkence tê kirin

Halîl Mûratoglû ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa S a Samsûnê girtî ye, diyar kir ku zext û êşkence li wan tê kirin.

Greva birçîbûnê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan hate destpêkirin 101 roj in dewam dike. Kiryarên xerab û binpêkirina mafên mirovan ên li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de ne zêde bûn. Halîl Mûratoglû yê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa S a Samsûnê girtî ye, 5'ê Adarê bi telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirina mafên mirovan kir.

Mûratoglû anî ziman ku ew bi xwe û girtiyên din bi bahaneyên cuda li hucreyê hatine bicihkirin û lêgerîna bi tazîkirî li wan tê ferzkirin.

Mûratoglû ragihand ku wan binpêkirina mafên xwe qebûl nekirine, lewma êşkence li wan hatiye kirin û ew xistine hucreyan, lê tevî vê yekê jî ew li ber xwe didin.

Mûratoglû bang kir ku heyetek serdana girtîgehê bike û binpêkirina mafên mirovan nîşan bide û bi rola çareseriyê rabe.