Li girtîgehên li Edeneyê pêkanînên 'Kenan Evren'

Li girtîgehên li Edeneyê pêkanînên 'Kenan Evren'

Parlamenterê BDP'ê û Endamê Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan Mûrat Bozlak da xuyakirin ku li girtîgehên ew çûne serdana wan, bi taybetî li hemberî girtiyên siyasî pêkanînên mîna dema "rewşa awarte" tê kirin. Bozlak diyar kir ku girtiyekî nexweş rastî êrîşê hatiye.

Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Edeneyê, Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Edeneyê û Girtîgeha Jinan a Karataşê lêkolîn kir û rapor amade kir.

Der barê raporê de Parlamenterê BDP'ê û Endamê Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan Bûrat Bozlak agahî da ANF'ê û got, "Di raporê de me cih da pirsgirêka avê ya li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê. Pirsgirêka ava germ hebû. Ev 9 meh in hema bêjin qet ji girtiyan re ava germ nehatiye dayîn. Hefteyê carekê bi 15 deqeyan ava qilêrî tê dayîn. Me bihîstin ku kes nikare xwe bişo. Dijderketina giştî ya her kesî ev bû. Me di rapora xwe de destnîşan kirin ku divê ev kêmasî çareser bibe."

PÊKANÎNÊN SALA 1980

Bozlak anî ziman ku li Girtîgeha Kurkçuler û Girtîgeha Jinê ya Karataşê mafê girtiyan ên temaşekirina li televîzyonê hatine astengkirin û got, "Rêveberiya Girtîgehê, kanalên lê were temaşekirin, ew bi xwe diyar dike û di vî warî de timî astengiyan derdixîne. Xwendina pirtûkan a girtiyan jî bi heman rengî tê astengkirin, bisînorkirin. Bi 10 pirtûkan re sînorkirî tê hiştin."

Bozlak ragihand ku wan tespîtkirine ku pêkanînên xerab jî tên kirin, bi taybetî pêkanînên mîna dema "rewşa awarte" bi taybetî li girtiyên siyasî tên kirin. Bozlak got, "Girtiyên siyasî ragihandin ku mîna dema rewşa awarte, pêkanînên dişibin ên sala 1980 li wan tê kirin. Heqaret li nasnameya wan tê kirin û rastî pêkanînên ne rast ên dema darbeyê yên mîna "li ser lingan raweste", "raweste-amade be" tên. Gazinên xwe yên di vî warî de jî gihandin me û me jî di raporê de bicih kirin."

SIRGÛN Û GIRTIYÊN NEXWEŞ

Bozlak der barê sirgûnkirina hin girtiyên siyasî de jî wiha axivî: "Hin parlamenteran ji bo kesên hatine sirgûnkirin pêşniyar kirin ku dema serdanê bikin yek û vê yekê derxînin 1-2 saetan. Lê belê min got ku ev yek nixumandina sirgûnê ye. Girtiyê li Mêrdîn, Mûşê sirgûnî Tekîrdagê yan jî cihekî din ê dûr hatiye kirin. Lewma, malbat nikare biçe û bê. Piraniya wan jî ji xwe xwedî vê derfetê nînin. Divê em destnîşan bikin ku ev yek rêbazeke cezakirinê ye. Wezaretê bi zanebûn di encama biryarekê de gelek girtiyên siyasî sirgûnî girtîgehên cuda kiriye."

Bozlak ragihand ku di dema lêkolînên xwe yên li Edeneyê de ew rastî du girtiyên nexweş hane û anî ziman ku girtiyekî nexweşê dil rastî êrîşê hatiye. Bozlak got, "Me di raporê de diyar kirin ku li Girtîgeha Kurkçulerê girtiyekî nexweş rastî êrîşê hatiye. Wekî din, koxûşên girtiyên nexweş lê tên ragirtin divê bi taybetî paqij bin, lê ev yek di rewşeke xetere de ye. Li Girtîgeha Jinan a Karataşê jî lêgerîna bi tazî li girtiyan tê ferzkirin. Ji ber ku girtiyên siyasî l ber xwe dane, kincê wan ê hundirîn ji wan nayê kirin, lê belê divê were qebûlkirin ku ev yek rêbazeke îşkenceyê ye." Bozlak diyar kir ku ewê giliyê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Walîtiya Edenê bikin û wiha peyivî:

'KOMÎSYONÊN WALÎTÎ DESTNÎŞAN DIKIN, PIRSGIRÊKAN DINIXUMÎNIN'

"Em van raporan dişînin Wezareta Edaletê, saziyên pêwendîdar, lê belê ya girîng ji vê yekê encam derkeve. Li her derê komîsyonên şopandina girtîgehan hene; ji aliyê Walîtiyê ve tên wezîfedarkirin. Divê ew li girtî û hikumxwaran guhdarî bikin û pirsgirêkan ji Wezaretê re ragihînin, lê belê vê nakin. Dema em jê dibipirsin dibêjin 'her tişt baş' e. Ji ber yên li ser navê dewletê wezîfedar in, zehmet e karmendên din kontrol bikin. Ser dinixumînin. Divê ev wezîfe ji saziyên sivîl re bê dayîn. Qet nebe divê ji saziyên sivîl, ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kesek tê de cih bigire."

Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê wê di 2'ê Kanûnê de li girtîgehên Antalya û Alanyayê lêkolînan bike.