Li girtîgehên Anatoliya Navîn çi diqewime?

Komîsyona Girtt3igehan a Şaxê Enqere ya Komeleya Mafêên Mirovan (ÎHD) binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliya Navîn kir rapor.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora binpêkirina mafan a girtîgehên bajarên Herêma Anatoliya Navîn ku di meha Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de qewimîne bi raya giştî re eşkere kir. ÎHD’ê bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe raporê eşkere kir û rêveberên ÎHD’ê amade bûn. Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî û rapor xwend.

Çevîrmen da zanîn ku rapora wan ji nameyên girtiyên li girtîgehên Tîfa F a Bolû, Tîpa F a Kirikkale, Sîncan a Jinan, Jimara 2’an Tîpa F a Sîncanê, Tîpa T a Tokatê ji wan re hatine û serdana parêzeran û malbatan a li gel girtiyan ku serî li komeleya wan dane hatiye amadekirin. Çevîrmen got li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 134 girtiyên nexweş hene 31 kes nexweşên giran in 3 heb ji van tên dermankirin. Çevîrmen got 73 kesan serî li komeleya wan dane.

Çevîrmen da zanîn ku rayedarên girtîgehan peymanên mafên mirovan ên navnetewî û qanûnên Destûra Bingehîn bipê dikin û li dijî van yasa û peymanan sepanan pêk tînin. Çevîrmen diyar kir ku her cûre muameleya xerab li girtiyan tê kirin, girtî tên tecrîtkirin û sewqa bi rîngê û dermankirina bi kelepçekirî li wan tê ferzkirin.

Çevîrmen di dewama raporê de binpêkirinên mafan ên qewimîne eşkere kir û xwest demildest dawî li binpêkirina mafan were.