Li girtîgehê pêkanîna 'darbeyê': Bi Tirkî binivîsînin!

Li Elbîstanê binpêkirina mafên mirovan ên girtiyên siyasî zêde bû. Nameyên Kurdî yên girtiyan bi bahaneya 'kesekî tercûme bike nîne' radestî postayê nehatin kirin.

Pêkanînên AKP/Qesr li ser girtiyên siyasî ferz dike, qedexeyên dema darbeyê tînin bîra mirovan. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstan a Mereşê tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan.

Girtiyan diyar kir ku di demên dawî de girêdayî rewşa siyasî bi zext û zordariyê ve qadên wan ên jiyanê jî her diçe tên tengkirin. 

Girtiyan zext û binpêkirinên pê re rû bi rû dimînin wiha rêz kirin: Li ser hev lêgerîn tên kirin, amûrên paqijiyê tên desteserkirin, kovar, pirtûkên ku ji derve tên şandin tên desteserkirin, bîranên ku tên nivîsandin bi hinceta 'gumanbar e' tên desteserkirin. Dîsa ji bo girtiyên nexweş derfetên baş ên tenduristiyê nayê dayîn, ji ber ku bi muayeneya bi kelepçe tê ferzkirin nikarin tedawî bibin. 

Girtiyan ragihand ku di vî warî de, tevî ku biryara komkirinê tine ye jî hin weşan bi hinceta wê bên lêkolînkirin tên desteserkirin û pêkanînekî din a balkêş jî desteserkirina nameyên wan ên Kurdî ye û neşandina nameyan e. 

Nameyên ku girtî bi Kurdî dinivîsîn û berê dişandin di demên dawî de bi hinceta ku kesekî ku wergerê bike tine ye nayên şandin. Li ser vê yekê girtiyan îtiraz kirin û bersiva "girtiya berê name bi Tirkî dinivîsandin, lewma wê mexdûr nebin" hate dayîn. 

Girtiyan ragihandin ku bi vî rengî îdareya girtîgehê nivîsandina nameyên Tirkî li ser wan ferz dike û ev tişt anîn ziman: "Bi zimanê xwe yê dayikê nivîsandin û xwendin, têkîlî danîn mafê me yê herî xwezayî ye. Em ê dev ji vî mafê xwe bernedin û mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Lêpirsînên dîsîplînê yên der barê me de gihîşt asta wisa ku her tişt dibe mijara lêpirsîn û cezayê. Nameyên ku em ji girtîgehên din re dişînin ji aliyê wê girtîgehê ve jî bûye mijara lêpirsînê." Girtiyan li hemberî zextan banga hişyarî û baldariyê kirin.