Li girtîgehê Îşkence li zarokan kirin

Li girtîgehê Îşkence li zarokan kirin

Hate hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê gardiyanan li zarokan îşkence kirine.

Zarokên ku piştî çalakiyên Kobanê di operasyonan li Dortyol a Hatayê de hatin girtin, xistin Girtîgeha Tîpa T ya Îskenderunê. Hate hînbûn ku zarokên bi navê A.A, R.O, û A.B.B yên 15 salî  li girtîgehê rastî îşkence, şîdet û heqaretê hatine. Hat hînbûn ku zarok her tim rastî şîdeta gardiyanan tên û gardiyan bi kêfî tevdigerin. Hate diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê jî tevî hemû serlêdanên zarokan ti tiştek nekiriye.

Parêzerê zarokên girtî Arîf Yilmaz diyar kir ku mudaxaleyê bûyerê kirine û di dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirine, zarokên nexweş birine nexweşxaneyê û raporên wan ên derbkirinê hatine girtin. Yilmaz destnîşan kir ku der barê gardiyanan de serî li dozgeriyê dane û got wê şopdarê bûyerê bin.