Li girtîgehan li dijî wekîlên HDP’ê şidet tê kirin

HDP’liyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê di hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re ragihandin ku şiddet li wan tê kirin.

Rêxistina Navçeya Dortyol a Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) ji bo balê bikêşin li ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna li avahiya navçeyê hatî lidarxistin de Hevserokê Navçeya Dortyol a HDP’ê Abdulhalîm Gumuş axivî û got ku her roja diçe binpêkirinên mafan yên li girtîgehan zêde dibin.

Gumuş her wiha got ku li girtîgehan dibin navê lêgerînê de li dijî girtiyan pêkanîn dij mirovahî û lêgerîna tazî dikin û ev nayê qebûlkirin. Gumuş ragihand ku Hevserokê berê yê HDP’ê Halîl Baybariz, rêveber Mahmût Adar, endamên HDP’ê Fikret Tekîn, Ûgûr Anûştekîn û Vahît Tûna yê ku sewqî Girtîgea Tarsûsê kirine de, di hevdîtina xwe ya bi malbata û parêzeran re qala êşkenceyê kirine.

Gumuş got ku şidet nayê qebûlkirin û wiha domand: “Zext, şidet û tecrîd sucekî dij mirovahiyê ye.”

Gumuş bal kişande li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha got:“Her kesê ku li Tirkiyeyê dixwaze di nava aşitî û hizurê de bijî divê berî demekê bikeve nava tevgerê.”