Li girtîgehan li dijî koronayê dive mirov çi bike?

Li Stenbolê 9 saziyan tevdîrên dewleta Tirk ên li dijî vîrûsa koronayê kêm dîtin û tiştên ku li girtîgehan divê bêne kirin rêz kirin.

Li Stenbolê 9 saziyan, derbarê vîrûsa Koronayê de daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Yek ji qadên bi rîsk ên bi gefa vîrûsa koronayê re rû bi rû ne girtîgeh in. Divê li girtîgehan tedbîrên girîng bên girtin. Em dixwazin ku rayedar di vê mijarê de, gavên berbiçav bavêjin.''

Li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa Korona (Kovîd-19) 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihandin ku li Tirkiyeyê hejmara kesên bi vîrûsê ketin derkt 5’an.  

Yek ji qadên bi rîsk ên bi gefa vîrûsa Koronayê re rû bi rû ne, girtîgehin. Wezareta Dadê ji ber vê, hevdîtinên heftane yên li girtîgehan bi sînor kirin. 9 saziyên li Stenbolê, derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî ya hevpar weşandin û tedbîrnên divê li girtîgehan bên girtin, rêz kirin. 
 
Daxuyaniya nivîskî ya Komeleya Civaka Sîvîl a Pergala Înfaza Cezayê, Komeleya Înîsiyatîfa Maf, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Odeya Bijîşkan a Diranan, Şaxên SES’ê, Odeya Bijîşkên Stenbolê, Weqfa Lêkolînên Hiqûqî ya Civakî, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ên Stenbolê wihaye: 
 
“Vîrûsa korona (Kovîd-19) di 31’ê Kanûna 2019’an li bajarê Wûhan a Çînê derket holê û di demek kurt de li tevahiya cîhanê belav bû û veguherî şewbeke global. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya di 11’ê Adara 2020’an da de, diyar kir ku li Tirkiyeyê yekemîn tespîta vîrûsa korona hatiye  kirin. Gelek sazî û dezgehan li ser vê yekê, li dijî vîrûsê dest bi tedbîran kirin. 
 
MÎNAKA ÎTALYA Û ÎRANÊ
 
Li Tirkiyeyê, gelek girtîgeh hene û hejmareke zêde ya mirovan di van girtîtgtehan de ne. Ji ber şert û mercên girtîgehan, rîskeke cidî heye. Mînaka vê yekê li girtîgehên Îtalya û Îranê hatin dîtin. Divê sazî û dezgehên heyîn bergiriyên cîdî li van qadan bigirin. 
 
Ligel tedbîrên divê bên girtin, em dixwazin van mijaran jî rêz bikin. 
 
1. Divê paqijiya takesekî esas bê girtin, tenduristiya girtin bê parasstin û amûrên paqijiyê ji bo girtiyan bên dayîn. Di heman demê de divê derdora girtîgehan paqij bên girtin û ev reka sereke ya dewletê ye. 
 
2.Divê qadên weke serşok û tuwaletê yên hevpar her roj bên dezenfektekirin. 
 
3.Divê girtiyên di koma rîskê de, ji qawîşên qerebalik dûr bên girtin, di qawîşên hejmara wan kêm de bên girtin. 
 
4.Bergiriyên ji bo xebatkarên tenduristiyê bên girtin divê ji bo xebatkarên hemû girtîgehan jî bên girtin. 
 
5.Divê xarinên girtiyan ên bi vîtamîn bên zêdekirin.
 
6.Divê hejmara xebatkarên girtîgehan, bên zêdekirin. 
 
7.Divê ji bo hemû, girtiyan, xebatkarên girtîgehan û xizmên wan bi awayekê lez û bes test bên kirin.  
 
8. Divê li cihên hevdîtin bên kirin, tedbîr bên girtin û qad bê dezenfekte kirin. 
 
9.Divê li nexweşxaneyên nêzî girtîgehan xizmetên pêwîst ji bo girtiyan bên kirin. 
 
10. Divê girtiyan ne bi wesayîtên ringan, bi wesayîtên paqij û bi tendurist bibin û bînin.”