Li girtîgehan hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin
Wezareta Edaletê ya Tirk diyar kir ku ji ber koronavîrusê, hevdîtina parêzeran a bi muwekîlan re heta 2 hefteyan hatiye qedexekirin.
Wezareta Edaletê ya Tirk diyar kir ku ji ber koronavîrusê, hevdîtina parêzeran a bi muwekîlan re heta 2 hefteyan hatiye qedexekirin.
Wezareta Edaletê ya Tirk nivîseke fermî ji girtîgehan re şand û ferman da ku “Hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re heta 2 hefteyan hatiye qedexekirin, di rewşên lezgîn de heke midûrê girtîgehê destûr bide, wê hevdîtin pêk were.”
Wezaretê ji rêveberiyên girtîgehan re ragihand ku ev qedexe dibe ku piştre dirêj bibe.