'Li girtîgehan bi dehan girtiyên jin ên nexweş hene'

Komîsyonên girêdayî şaxên ÎHD’ê ya Enqere û Stenbolê diyar kirin ku herî kêm 74 girtiyên jin ên nexweş hene û gotin, "Divê demildest serbest bên berdan."

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re azadî ya ku di bin banê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqerê hatiye avakirin û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di çalakiyên xwe yên vê heftê de bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên nexweş.

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re azadî, çalakiya xwe ya vê hefteyê diyarî jinên girtî yên nexweş ên li girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn kir. Li ser navê endamên înîsiyatîfê ku li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da. Nûray Çevîrmen diyar kir ku bi qasî wan tesbît kirine li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayserî Bunyan ya li herêma Anatoliya Navîn, bi giştî 32 jinên girtî yên nexweş hene.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê çalakiya 624’an a “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin, vê heftê jî li ber avahiya komeleya xwe lidar xistin. Di çalakiyê de, rewşa tenduristiyê ya girtiyên jin ên nexweş ên li girtîgehên li Herêma Marmarayê hatin bibîr xistin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onaran û Meral Nergîs Şahîn ve hate xwendin.

Di çalakiyê de, rewşa 42 girtiyên jin ên nexweş, ku di nav de girtiyên nexweş ên giran jî hene yên li girtîgehên Bakirkoy, Marmara (Sîlîvriyê), Kandira, Gebze, Bûrsa û Duzce yên li Herêma Marmarayê hatin ragihandin.