Li girtîgeha Xarpêtê çi dibe?

Parêzerên ÎHD’yî qala êşkenceya li girtîgeha Xarpêtê ya li ser girtiyan kirin.

Hate hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa E’yê ya Xarpêtê girtiyên bi navê Hasan Balci, Alî Kuş, Erdal Însel, Ahmet Elma, Muslum Cevahîr Vûrûcû, Alî Asker Atalay û girtiyên ji doza PKK’ê jî tê de 35 kes hatine sirgunkirin. Girtî şandine Girtîgeha Tîpa F’yê ya Nimreya 1’emîn a Xarpêtê.

Parêzerên Komîsyona Girtîgeha Komeleya Mafên Mirovan qala hevdîtinên xwe yên bi girtiyan re kirin.

Li gorî daxuyaniyê girtî roja ku ew ê sirgunkirin, xistine odeyeke din û di 5’ê Çileyê de di destê sibehê de bi tekbîran hatine hişyarkirin û li ser girtiyan lêgerîna bi tazî hatiye ferzkirin.

JI PAŞ VE KELEPÇE KIRIN Û ÊRÎŞ KIRIN

Hate diyarkirin ku Ahmet Elma li dijî lêgerîna tazî derketiye û êrîşî wî hatiye kirin. Piştre jî ji 30’î zêdetir gardiyanan bi jopan li girtiyan dane. Di dema êrîşê de destê girtiyan ji paş ve kelepçe kirine û gardiyanan êrîşî girtiyan kirine.

LÊFERZKIRINA TEKMÎLÊ

Hate diyarkirin ku girtiyên hatine sirgunkirin, rêveberiyê dest daniye ser kincên wan ên reş û bi kapuşon û bi hinceta ku di botên girtiyan de hesin heye,dest danîne ser solan. Di heman demê de pereyên di hesabên wan ên di Girtîgeha Tîpa E’yê ya Xarpêtê hê derbasî hesabê wan ên li vê derê nehatiye kirin û ji ber vê jî girtî nikarin pêdiviyên xwe yên kantînê bi cih bînin.

Dîsa hate diyarkirin ku li girtîgeha Xarpêtê ji girtiyan tê xwestin ku nasnameya xwe nîşan bidin û tekmîlê bidin. Di heman demê de hate destnîşankirin ku girtî 3 meh in nikarin koliyên xwe bistînin û nikarin hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin.