Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin sirgunkirin

Li Girtîgeha Tîpa E’yê ya Xarpêtê ji ber berxwedana li dijî zext û êşkenceyê 15 girtî hatin sirgunkirin.

Li Girtîgeha Tîpa E’yê ya Xarpêtê nûçegîhanê DÎHA’yê ya ku bi Biryarnameyên di hukmê Qanûnan de hatibû girtin Mehmet Guleş jî tê de 15 girtî sirgunî girtîgeheke din a li nav bajêr hatin kirin. Girtî bêyî daxwaza xwe sirgunî Girtîgeha  Ewlekariya wê Zêde ya Nimreya 1’emîn hatin kirin!

XWESTIN ALAVAN DÎSA BIFIROŞIN GIRTIYAN!

Rojnameger Guleş di hevdîtina bi malbatê de ragihand ku tevî 15 hevalên xwe ew hatine sirgunkirin.  Di dema sirgunê de destûr nehatiye dayîn ku girtî rahêlin alavên xwe yên şexsî û li girtîgeha ku hatine sirgunkirin jî ji girtiyan re hatiye gotin ku, “Hûn dikarin van alavan dîsa li vê derê bikirin.’

Duh jî 10 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E’yê ya Xarpêtê di greva birçîbûnê de bûn, sirgunî girtîgehên din hatibûn kirin.