Li girtîgeha Tîpa M ya Bîleçîkê şewat: 9 birîndar

Li girtîgeha Tîpa M ya Bîleçîkê şewat: 9 birîndar

Di encama şewata li Girtîgeha Tîpa M ya Bîleçîkê de derket de 7 girtî û 2 gardiyan birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li girtîgeha Tîpa M ya Bîleçîkê şewat derketiye. Şewat di demeke kurt de ji aliyê îtfayê ve hatiye vemirandin û 7 girtiyên ji dumanê bi bandor bûne û du gardiyan rakirin nexweşxaneya dewletê ya Bîleçîkê.

Dozgrê girtîgehê Ozkan Ozçelîk, ji rojnamegeran re axivî û  diyar kir ku şewat ji aliyê girtîyekî ve yê ji beşa muşahedeyan hatiye derxistin û lê der barê sedema wê de tiştek nehat gotin.

Dozger di mijara birîndaran de wiha got: “Ji birîndaran 4 kes hişê wan vekiriye. Destpêkê me 3 kes şand. Yên ku şewat derxistibû jî hişê w îli serê wî bû. Lê gaz û dumanê bandor li ser wan kir.”

Cendermeyen li dora girtîgehê ewlehî girt.