Li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê lêgerîna tazî
Li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê, piştî ku girtiyên siyasî tên sewqkirin derket holê ku bi lêgerîna tazî tên êşkencekirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê, piştî ku girtiyên siyasî tên sewqkirin derket holê ku bi lêgerîna tazî tên êşkencekirin.
Bi Rewşa Awarte re li girtîgehên Tirkiyeyê bûye cihê êşkenceyan. Di dema sewq kirina girtiyan de derket holê ku bi lêgerîna tazî tên êşkecnekirin û vê yekê li ser girtiyan ferz dikin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê ye. Girtiyê siyasî yê bi navê Ayberk Demirdogen ku bi telefonê hevdîtin li gel bavê xwe Alî Demirdogen kiriye behsa kiryarên êşkenceya tazî kiriye.
Alî Demirdogenê ku ji ANF'ê re axivî diyarkir ku di dema sewq kirina girtiyan ya ji bo nexweşxanê û dadgehê bi tazîkirinê tên êşkencekirin û wiha got: "Herî dawî Girtiyê siyasê yê bi navê Huseyîn Karaoglan ê ku di lingê wî de platin heye hate êşkence kirin. Karaoglan ê ku ev kiryar qebûl nekirye ji aliyê gardiyanan ve bi zorê hatiye tazikirin. Ev kiryarên êşkenceyan li ser hemû girtiyên din bi şêweyekî sîstematîk tê kirin."