Li Girtîgeha Tekîrdagê gardiyana diranê girtiyekî şikand

Li Girtîgeha Tekîrdagê gardiyana diranê girtiyekî şikand

Hate zanîn ku, li Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 a Tekîrdagê 7 girtî ji aliyê gardiyanan ve rastî lêgerina tazî hatine. Girtiyên ku ev pêkanîn qebûl nekirin rastî lêdanê hatin.

Di 4'ê Kanûnê de 7 girtiyen siyasî ji Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 1 a Tekîrdagê sewqî Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 a Tekîrdagê hatin kirin. Dema girtî hatin sewqkirin, gardiyanan ji girtiyan xwestin cilên xwe derxînin. Girtiyên li dijî vê pêkanînê derketin rastî lêdana gardiyanan hatin.

Girtiyê bi navê Halît Yavuz piştî bûyerê bi malbata xwe re axivî u diyar kir ku, dema hatine sewqkirin ji ber ku wan lêgerîna tazî qebûl nekirine rastî lêdanê û neheqiyên giran hatine. Yavuz anî ziman ku, gardiyanan bi copa li wan daye û diranê hevalê wî Hamdullah Turk şikandiye.