Li Girtîgeha Tarsusê çi diqewime?

Hayati Aktop ê ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2. a Tarsusê hate berdan, qala zext û zordariya li girtîgehê kir.

Sekreterê berê yê Şaxê İHD'ê yê Tarsusê Hayati Aktop ku 24 rojan li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Tarsusê ma, qala kiryarên li girtîgehê kir.

Aktop destnîşan kir ku dema roja ewil ew birin girtîgehê, ew tazî kirin û bi vî rengî li wan geriyan û got, "Dema min dibirin digotin 'li çep û rastê xwe nenêre'. Bi aqilekî leşkerî li mirov dinêrin. Carnan bi awayekî kêfî pirtûk û rojnameyan nedidan. Wekî din jî bêhnek pîs ji xwarina wan dihat. Xwarin nedihat xwarin. Bi awayekî kêfî bi ser qawîşan de digirtin û lêgerînê pêk dianîn. Qawîş ji hev belav dikirin û diçûn."

Aktop da zanîn ku her tim li girtîgehê zextên derûnî tên kirin û bi dewamî got, "Yek ji ferzkirina li ser girtiyan a din jî jimartina li ser piyan e. Dema malbat dihatin hevdîtinê bi hezar pirsgirêk derdixistin pêşiya wan. Malbat jî bi zexta lêgerîna tazî re rû bi rû diman. Di dema hevdîtinan de gardiyan li ser serê me disekinîn û bi kesên din tacîz dikirin. Kelûpelên ku malbatan dişandin nedidan me. Digotin 'divê hûn ji kantînê tiştan bikirin'. Bi vî awayî kantînê veguherandina cihê rantê."

Aktop bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt got: "Nexweşan nabin nexweşxaneyê û revîrê. Dema dibin jî leşker zext û tundiyê li girtiyan dikin. Rêveberiya girtîgehê vê neheqî û dijhiqûqiyê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de girê dida. Gardiyanan digotin, 'ti eleqeya van pêkanînan bi me re nîne. Bi biryarnameyan ve girêdayî ne'. Bi pêkanîna zexta derûnî li ser me hegemonya xwe ava dikirin."