Li Girtîgeha Tarsûsê çi diqewime?

Şaxê Mersînê yê ÎHD'ê li ser binpêkirina mafên mirovan li Girtîgeha Tarsûsê raporek amade kir.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mersînê rapora binpêkirina mafên mirovan a têkildarî Girtîgehên T1, T2, T3 û Girtîgeha Jinan ên li Kampûsa Girtîgeha Tarsûsa Mersînê bi raya giştî re parve kir. Rapora ÎHD’ê ji hevdîtinên li gel girtiyan kiriye, nameyên girtiyan şandine û serlêdanên xizmên girtiyan pêk tê û li avahiya komeleyê bi civînekê hate eşkerekirin. Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî beşdarî civînê bûn. Serokê Şaxê Mersînê yê ÎHD'ê Hakki Demîr raporê eşkere kir.

'MIROV JI MIROVATIYA XWE ŞERM DIKE'

Demîr ji bo rewşa li girtîgehên Tarsûsê diqewime got: "Mirov ji mirovatiya xwe şerm dike. Ji roja ku girtîgeh ava bûye heta niha mafên mirovan tên binpêkirin. Em ê li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin. Ez bang li partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikim ku li dijî vê rewşê bi hestiyarî tevbigerin. Roj bi roj li welat hejmara girtîgehan zêde dibe û Tirkiye veguheriye girtîgehek servekirî. Her roj serlêdanên li dijî rewşa xerab û êşkenceyê li komeleya me tên kirin. Ev binpêkirina mafan jî dide nîşandan ku demokrasiya Tirkiyê di çi astê de ye."

BANG LI KOMÎSYONA MECLÎSÊ KIR

Demîr binpêkirina mafan ên li girtîgehên Tarsûsê yek bi yek vegot û bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê kir û xwest li ber ve rabe û serlêdanên girtiyan binirxîne.