Li Girtîgeha Seydîşehîrê gefa kuştinê û êrîş
Şiyar Firat ku li Girtîgeha Seydîşehîrê girtî ye got qerdiyan gefa kuştinê li wan dixwin, êrîşê tînin ser wan û bang li gel kir.
Şiyar Firat ku li Girtîgeha Seydîşehîrê girtî ye got qerdiyan gefa kuştinê li wan dixwin, êrîşê tînin ser wan û bang li gel kir.
Girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Seydîşehîrê ya Konyayê li dijî zextan û êşkenceyê ku bi 6 girtiyan 6'ê Gulanê dest pê kirî didome. Yek ji girtiyê çalakger Şiyar Firat bi telefonê dema ku bi malbata xwe re axivî zext û zordariyên li ser wan vegot. Diyar Şiyar Ayşe Firat got kurê wê ev 4 sal in li Girtîgeha Konyayê girtî ye, di axaftina telefonê de dengê wî ne baş bûye.
Şiyar bi telefonê ji diya xwe re ragihandiye ku kirinên dema rejîma leşkerî ya 12'ê Îlonê li ser wan hene, li wan ferz dikin ku girtî rabin ser piyan û hijmara xwe bibêjin, dema ku ew vê qebûl nakin êrîşê tînin ser wan, gefa kuştinê li wan dixwein û ji ber vê kirina dawî wan dest bi girêva birçîbûnê kiriye.
Şiyar got ji bo ku pirsgirêk çareser bibe ew li rêyên diyalogê geriyane, lê rêveberiya girtîgehê xwe nedaye ber diyalogê, li şûna diyalogê êrîşê bi ser wan de tînin, bi gotina, ''em ê we bikujin, hûn di destê me de ne'' gefa kuştinê li wan dixwin û dixwazin provakassyonê bikin.
Şiyar got herî dawî bi midûrê girtîgehê re axiviye, lê bi fermana midûr destê wî hatiye kelepçekirin ew wiha birin koxuşê, piştî ku bi hevalên xwe yên koxuşê re axivîne dest bi girêva birçîbûnê kirine.
Girêva birç3îbûnê ya bêdem û bêdorveger ev 5 roj in didome, Şiyar got roja ku dest bi girêvê kirine ew û hevalê wî Onder Korkmaz kirine hicreyên cuda, haya wan ji hev nemaye, rewşa 4 hevalê wan ên din çawa ye ew pê nizanin.
Şiyar got qerdiyan ji wan re dibêjin, ''Em ê we rehet nehêlin. Ev der Seydîşehîr e. Kesek nikare xwe bigihîne we. Dengê xwe dernexînin'' û wiha gefan li wan dixwin. Şiyar got heke rewşe wiha bidome ew ê gira birçîbûnê biqulibînine ser rojiya mirinê.
Şiyar her wiha bang li gel kir ku li dijî vê êrîşên hovane yên li ser zindana dengê xwe derxîne, dengê girtiyên siyasî were bihistîn. Şiyar herî dawî ji diya xwe re got, ''Yadê, heke vê heftiyê em bimirin zanibin berpirs rêveberiya girtîgehê ye.''