Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin

Girtî Alî Okutan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edenê ragihand ku gardiyanan bi ser qawîşa wan de girtine û ew derb kirine.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, roja 1’ê Tîrmehê, di dema hevdîtin bi malbatên xwe re dikirin de, girtiyên DAÎŞ’î jî ji bo hevdîtinê anîn odeya beşa hevdîtina wan. Girtiyan, ji ber ewlekariya xwe û ya malbatên xwe, li dijî vê yekê derketin û alozî çêbû. Rayedarên girtîgehê bi vê hincetê hevdîtina girtî û malbatan bi dawî kirin û tenê 5 deqîqe hevdîtin hatibû kirin.

‘GARDIYANAN ÊRÎŞÎ ME KIRIN’  

Girtiyê siyasî Alî Okûtan, di hevdîtina telefonê ya heftane de îro ji malbata xwe re got ku piştî hevdîtina 1’ê Tîrmehê, gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtine û êrîşî wan kirine.

‘EWLEHIYA CANÊ ME NÎNE, BILA MUDAXELE BIKIN’

Okûtan ê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, wiha got: “Gardiyanan di bin navê lêgerînê de, bi ser qawîşa me de girtin û li me xist. Di dema hevdîtina 1’ê Tîrmehê de DAÎŞ’iyan gef li me xwarin. Gardiyanan heya em birin qawîşan li me xistin. Ewlekariya canê me û yên malbatên me tuneye. Heta ku rayedarên girtîgehê dest ji vê pêkanîna xwe bernedin, em ê dernekevin hevdîtinê.”

Birayê Alî Okûtan Duzgun Okûtan jî, da zanîn ku ev provokasyon e û wiha axivî: “Di hefteya çûyî de hevdîtin hebû. Dema em çûn girtî kirin odeya hevdîtinê. Dûre DAÎŞ’î jî ji bo hevdîtinê anîn heman odeyê. Ev nêzî salekê ye ku girtiyên siyasî bi DAÎŞ’iyan re dernaxin heman odeyên hevdîtinê. Pişt re girtiyan ev nêzîkatî qebûl nekirin û gotin ewê di heman odeyê hevdîtin nekin û ev provokasyon e. Di wê kêliyê de DAÎŞ’iyan jî bi dengê bilind dest bi heqaretan kirin. Gardiyanan jî birayê min û hevalên wî derxistin derve. Heya ku em ji girtîgehê derketin jî, dengê berzkirina dirûşmeyan ji girtîgehê bilind dibû. Îro hevdîtana telefonê hebû û me hevdîtin kir. Heya ku ew birine qawîşê li wan xistine. Dîsa di qawîşê de rastî êrîşan hatine. Derbarê jiyana wan de fikarên me hene. Em dixwazin Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û rayedar mudaxileyê vê rewşê bikin.”