Li Girtîgeha Kirikkaleyê binpêkirina mafan
Li Girtîgeha Kirikkaleyê binpêkirina mafan
Li Girtîgeha Kirikkaleyê binpêkirina mafan
Girtiyên Girtîgeha Kirikkale diyar kirin ku, rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî li qawişan lêgerînê dike û alêvên wan belav dikin û pirtûkên wan diçirînin. Girtiyan banga hîstiyariyê kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ragihandin ku, ew rastî pêkanînên keyfî yên îdareya girtîgehê, binpêkirinên mafên mirovan û zextan dimînin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Tarusê Ahmet Kizmaz diyar kir ku, birayê wî yên li Kirikkaleyê Yucel Kizmaz bi telefonê li wî geriya û ji wî re got rêveberiya girtîgehê destûrê nade bi hevalên xwe re sohbetê bikin. Kizmaz anî ziman ku, birayê wî got, zext li ser girtiyên di 12'ê îlona 2012'an de di gireva birçîbûnê de cih girtin zêde dibin û wiha got: "Birayê min got, faliyetên spor û sohbetê asteng dikin û di bin navê lêgerînê de qawişên wan belav dikin û pirtûkên wan diçirînin."
Kizmaz destnîşan kir ku, birayê wî xwest ku li hemberî pêkanînên keyfî, binpêkirina mafên mirovan û zextan raya giştî bi hîstiyar be. Kizmaz da zanîn ku, li hemberî zextên di demên dawî de li girtîgehan pêk tên bi gûmanin û xwest ku zextên li ser girtiyan bi dawî bibin.