Li Girtîgeha Kandirayê sansura 'AKP'ê

Li Girtîgeha Kandirayê ku Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê û siyasetmedar dîlgirtî ne, gotina 'AKP' li girtiyan hatiye sansurkirin.

Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser sansura ku li Girtîgeha Kandirayê li girtiyan tê ferzkirin.

Di daxuyaniyê de agahiyên Yuksekdag ên têkildarî mijarê hatin parvekirin.

Li gorî agahiyên ku Yuksekdag bi rêya telefonê ji xizmên xwe ragihand, di nameyan de yên ji girtîgehê re tên şandin gotina 'AKP' tê jêbirin û bi vî rengî radestî wan tê kirin.

Her wiha nameyên ku kiryarên desthilatdariyê rexne dikin bi îdîaya ku têkildarî şewbê xwedî agahiyên şaş in, radestî girtiyan nayên kirin.

Li gorî gotinên Yuksekdag, ji ber şewbê girtî nikarin mafê xwe yê hevdîtina vekirî û girtî bi kar bînin, yekane rêya ku girtî bi derve re têkiliyê pê datînin jî name ne, lê name jî tên sansurkirin û bi hefteyan tên rawestandin.

Her wiha li girtîgehê pirtûk jî hatine bisînorkirin û tenê di rojbûnê û cejnê de radestî girtiyan tên kirin.

Rojnameyên mûxalîf jî nagihêjin girtiyan, tecrîda li girtîgehan tê girankirin.