Li girtîgeha Kandirayê gef li berxwedêrên rojiya mirinê tê xwarin

Li girtîgeha Kandira ya Kocaelî zextên giran li berxwedêrên rojiya mirinê tê kirin û gef li wan tê xwarin.

Hate ragihandin ku gardiyanan avêtiye ser du hucreyên berxwedêrên rojiya mirinê û zext li berxwedêran hatine kirin.

Malbatên girtiyan got, “Piştî gardiyanana avêtiye ser hucreyên berxwedêrên, ji bo zextên gardiyanan protesto bikin û piştgirî bidin berxwedêran girtiyên din jî dirûşme berz kirine.

Gardiyayên avêtî ser hucreyên berxwedêran radyoyên berxwedêrên rojiya mirinê desteser kirine, odeyên wan hatine belavekirin û gef li girtiyan hatiye xwarin.”

Hate ragihanin ku zext û gefên li ser berxwedêran ji hêla sergardiyanê bi navê Îlyas Kayici.