'Li Girtîgeha Jinan a Amedê mafê jiyanê yê girtiyan di bin xeteriyê de ye'

OHD û TÛHAY-DER'ê diyar kirin ku ji ber helwesta rêveberiya girtîgehê ya li Girtîgeha Jinan a Amedê, mafê girtiyan ên tenduristiyê tê astengkirin û binpêkirinên ku mafê jiyanê yê girtiyan dixe xeteriyê hatine kirin.

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛHAY-DER) têkildarî zêdebûna bûyerên Covîd-19’ê yên li Girtîgeha Jinan a Amedê û binpêkirinên tenduristiyê yên li girtîgehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ku tê gotin OHD û TUHAY-DER’ê di dîrokên cuda de çûne Girtîgeha Jinan a Amedê, hat destnîşankirin ku di van hevdîtinan de testa koronayê ya piraniya girtiyan pozîtîf derketiye, lê nikarin bigihin mafê xwe yê tenduristiyê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li girtîgeha têkildar di navbera 9 û 17’ê Tîrmehê de ku hevmwextê Cejna Qurbanê ye, bûyerên Covîd-19’ê zêde bûne û di nav wan de girtiyên bi nexweşiya tansiyona bilind, nexweşiyên dil û damaran û nexweşiyên kronîk ên pişikê jî di nav de hin girtiyan rakirin karantînayê. Di pêvajoya karantînayê de ji bo ku girtiyên bi Covîd-19’ê ketibûn bikaribin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin hawirdorek guncav nehat çêkirin, tenê piştî ku pêvajoya Covîd-19’ê hat derbaskirin derfet çêbû ku bi girtiyan re hevdîtin bê kirin û asta binpêkirinan piştre derketin holê.”

‘PÊVAJOYA COVÎKÊ VEGUHERÎ ÊŞKENCEYÊ’

Di daxuyaniyê de têkildarî detayên hevdîtina bi girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê hate kirin de ev agahî hatin dayîn: “Testên Covîd’ê yên ku di pêvajoya asayî de divê li nexweşxaneya li girtîgehê bê kirin, di wesayîtên rîngê de hatin girtin. li baxçeyê girtîgehê bi hinceta cejnê; Di şert û mercên hewaya germ a ku ji 40 pileyî zêdetir e, girtiyên nexweş jî di nav de, bi saetan di wesayîtên rîngê de bê hewa hatin ragirtin; Ji me re hat ragihandin ku serumên ku ji bo dermankirina girtiyên ku bi nexweşiya Covîd-19’ê ya giran ketine jî di wesayîtên rîngê de têne çêkirin, ji ber vê yekê gelek girtî ji bîr kirine. Wan diyar kirin ku di şert û mercên hewaya wisa germ de ji bo dermankirina girtiyên Covîd-19 atmosferek guncav nehatiye çêkirin, di wesayîtên rîngê yên bê hewayê de têne dermankirin û di vê wateyê de ji ber kêmasiyên dermankirinê û negirtina tedbîran, pêvajoya Covîd’ê ji bo wan veguheriye êşkenceyê.”

‘MAFÊ JIYANÊ DIXIN METIRSIYÊ’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêwîstiyên sereke yên girtiyan ên wekî vîtamîn ku ji ber vîrûsa koronayê li karantînayê tên ragirtin nayên dabînkirin û kirîna tiştan ji kantînê jî bi hinceta betlaneya cejnê nayên pêşwazîkirin û hate gotin, “Mafê girtiyan a tenduristiyê hatiye binpêkirin. Girtiyan ragihand ku di van pêvajoyan de tenê maskek ji girtiyên ku di qawîşan de bi nexweşiya Covîd-19’ê re di têkiliyê de bûn, hatiye dayîn. Her wiha li rex van binpêkirinên mafan ên ji aliyê girtiyan ve ji me re hatin ragihandin; di hevdîtinên ku me pêkanî de me dît ku gardiyanên ku girtiyan ji bo hevdîtinê tînin û dibin, maske nadin ber devê xwe. Li gorî çavdêrî û tespîtên ku me diyar kir; Li girtîgeha têkildar girtiyên nexweş jî di nav de hemû girtî di bin siya binpêkirina mafê tenduristiyê de pêvajoya Covîd-19’ê derbas dikin û di encama tedbîrên ne têrker û xemsariyê de wê mafê wan ê jiyanê bikeve xeteriyê.”

‘BILA ÇAVDÊRIYEKE BI BANDOR A ÎDARÎ Û DADWERÎ BÊ DABÎNKIRIN’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Endam û rayedarên saziya ku lêpirsînê dimeşîne; ji ber rejîma girtîgehê, şert û mercên fizîkî û di serî de mafê jiyanê hemû binpêkirinên ne rewa yên mafên girtiyan ku tên kirin, divê di derbarê berpirsyaran de lêkolîneke bi bandor a îdarî û dadwerî bê kirin. Ji ber vê yekê; Em bang li Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê dikin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Cezayê ya Jinan a Amedê bi erka xwe rabin.”