Li girtîgeha Helebê 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
Li girtîgeha Helebê 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
Li girtîgeha Helebê 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
Li girtîgeha navendî ya bajarê Helebê Misilmiyê 8 girtiyên siyasî ji ber rewşa girtîgehê ya dijwar û bêxwariniyê jiyana xwe ji dest dan.
Çavkaniyeke li girtîgeha navendî ya Helebê diyar kir ku komên çete yên Artêşa Azad û çeteyên El-Nusra herêma derdora girtîgehê dorpêç kirine û nahêlin xwarin derbasî girtîgehê bibin. Çavkaniyê diyar kir ku xwarin li girtîgehê pir kêm bûye û ji ber kêmbûna xwarinê 8 girtiyên siyasî ku 3 ji wan Kurd in jiyana xwe ji dest dane.
Heman çavkaniyê diyar kir ku girtiyê bi navê Şukrî Xalid ku dihat gotin jiyana xwe ji dest daye hîn dijî, lê rewşa wî ya tenduristiyê pir xerab e.