Li Girtîgeha Edîrneyê girtiyekî xwe şewitand
Girtî Mehmet Karahan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin û ji 3'ê Adarê ve di rojiya mirinê de ye, bedena xwe da ber agir.
Girtî Mehmet Karahan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin û ji 3'ê Adarê ve di rojiya mirinê de ye, bedena xwe da ber agir.
Karahan, ku ji bo bidawîbûna şerê qirêj ê li Kurdistanê û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû rojiya mirinê, di şeva 20-21'ê Adarê de li hucreya xwe xwe şewitand.
Li ser rewşa Karahan agahiyeke berfireh bi dest neket. Hat ragihandin, Karahan rakirine nexweşxaneyê û tedawiya wî dewam dike.