Li Girtîgeha Alanyayê hewa jî qedexe ye

Li Girtîgeha Alanyayê hewa jî qedexe ye

Li girtîgeha Alanyayê, ku girtiyên nexweş ranakin nexweşxaneyê, girtina hewayê jî qedexe ye. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê, cihê lê hewa tê stendin ên li qoxûşan jî girtiye. Li girtîgehê her weha girtî ji bo nexwendinê ji 6 pirtûkan zêdetir nikarin rabigirin. Temaşekirina li qenalên mîna NTV, CNN Turk û Haber Turk jî li girtiyan qedexe ye.

Nûnerê Komeleya Huqûqnasên Azadîperest ê Antalyayê Sîdar Ozturk zextên li Girtîgeha Alanyayê û rewşa girtiyên nexweş ji ANF'ê re nirxand.

Ozturk ku di heman demê parêzerê girtî Adem Amaç e da xuyakirin ku muwekîlê wê di sala 2007'an de di şerekî li bejahiya navçeya Amed Licê bi birîneke giran hatiye girtin û divê tavilê veguhestînin nexweşxaneyê û were dermankirin.

Li gorî agahiyên parêzer Sîdar da, ji ber fîşek li zikê Amaç ketiye, rêvîk û mehdê Amaç xisareke mezin dîtine. Amaç ê cezayê muebbetê lê hat birrîn, ji Girtîgeha Amedê birin Girtîgeha Kurkçuler a Edenê, ji wir jî sirgunî girtîgeha tîpa L ya Alanyayê hat kirin. Amaç di nava demekê de 11 caran operasyon derbas kir û ji ber ku tedawiya wî nîvco maye, rewşa wî ya tenduristiyê her diçe nebaş dibe. Doktorên nexweşxaneya ku herî dawî Amaç 9 sal berê veguhestin gel wan gotin, "Divê were emeliyatkirin. Lê belê emeliyat li aliyekî, Amaç ranakin nexweşxaneyê.

MÛANEYA DESTGIRÊDAYÎ TÊ FERZKIRIN

Parêzer Sîdar Ozturk ragihandi ku di dawiya hefteyê de li girtîgehê doktor tine ne û diyar kir ku ji bo veguhestina nexweşxaneyê girtî 10-15 rojan neçar dimînin bisekinin. Li gorî agahiyên Ozturk, girtiyê hemû astengiyan derbas dikin û xwe digihînin nexweşxaneyê jî, her tim derfetan nabînin bên dermankirin. Ji ber ku di dema mûayene de kelepçeyên di destê girtiyan de nayên derxistin. Gava girtî vê rewşê şermezar dikin, bêyî werin dermankirin, dişînin girtîgehê.

Li Girtîgeha Alanyayê ji bilî Adem Amaç 3 girtiyên nexweş hene. Dilê Yazgul Yildizhan xwedî pirsgirêk e. Her weha nexweşê nexweşiya kronîk troîd e. Divê mehê carekê biçe kontrolê, lê ji çar mehan carekê radikin nexweşxaneyê.

Songul Bagatir jî pozê wê şikestiye, lewma nikare hilmê bistîne. Gava li Girtîgeha Şakranê dihat ragirtin, ji bo were emeliyatkirin, roj jê re hat dayîn. Lê belê ji ber ku veguhestin Girtîgeha Alanyayê, emeliyata wê nehat kirin. Bagitir li vê tenê carekê veguhestin nexweşxaneyê û ji ber ku tedawiya bi destgirêdayî qebûl nekir, ew derman nekirin.

Yucel Balyecî yê ji lingê xwe birîndar jî, neyê dermankirin. Her weha  ji ber ku di pişta wî de pirsgirêk heye nikare baş bimeşe. Divê tedawiya fizîkî bibîne, lê ranakin nexweşxaneyê.

Nûnerê Antalyayê yê Komeleya Huqûqnasên Azadîperest Parêzer Sîdar Ozturk bal kişand ser qedexeya pirtûkan a bi 6 pirtûkan tê sînorkirin û got, "Qenalê televîzyonê jî tên astengkirin. Qenalên mîna NTV, CNN Turk û Haber Turk qedexe ne. Ji girtiyên jin re radyo nayê dayîn."